Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî 2023-09-29 14:06:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa xwekujiyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê nêzî mizgeftekê pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 50’ê derbas kir.   Rayedarên tenduristiyê û polîsan ragihand ku roja inê li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê Pakistanê, mirov ji ber qendîlê li ber mizgeftê kom bûn û di wê navberê de teqînek pêk hat.   Mirovên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê H.z Mûhammed hatin ba hev, di êrişê de hatin hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên tenduristî û polîsan herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn.