Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike 2023-10-16 11:26:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 10’an de berdewam dike. Di vê navberê de Îsraîlê biryar da ku 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala bike.    Şerê di navbera Îsraîlê û Hamasê ji 7’ê cotmehê heta niha berdewam dike. Îsraîlê biryar da ku gundên li ser sînorê Lubnanê ji ber êrişên Hîzbûllahê vala bike.    Hîzbûllaha Lubnanê duh daxuyaniyek da û got ku li başûrê sînorê Lubnanê bi fuzeyên tanksavar li 2 tankên Îsraîlê xistine. Her wiha ragihand ku li dijî 5 noqteyên leşkerî çalakî li dar xistine, di êrişê de leşkerên îsraîlî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.    Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê, di encama êrişa bi tanksavarê ya li Herêma Nuritê serpelê bi navê Zvi Granot ê 24 salî jiyana xwe ji dest daye.    GUNDÊN LI SER SÎNOR TÊN VALAKIRIN   Li gorî nûçeya Reuters’ê; artêşa Îsraîlê biryar da ku gundên li ser sînor vala bike û niha dest bi bicihanîna wê biryarê kiriye. Li gorî planê, dê li ser beşa 2 km’an a sînor 28 gundên îsraîliyan bên valakirin.    Ajansa nûçeyan a Lubnanê NNA’yê jî ragihand ku Îsraîlê bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) û helîkopteran li başûrê sînorê Lubnanê xistiye lê di êrişê de tu kes nemiriye.