Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin 2023-10-17 16:16:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin.    Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin û têkildarî mijarê daxuyanî dan. Hat ragihandin ku Amîne bi îdiaya “li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal piştgirî daye Filistînê û bûyer sor kirine” hatiye binçavkirin.    Polîsan xwestin dema binçavkirinê ya stranbêja filistînî dirêj bike û li ser vê daxwazê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nasirayê.