Li îranê 9 kes hatin darvekirin 2023-10-23 19:51:26   NAVENDA NÛÇEYAN– Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, daxuyand ku di meha Îlonê de li bajarên cuda yên Îranê 9 kes hatine darvekirin.    Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, daneyên meha Îlonê yên binpêkirinên mafan ên li Îranê daxuyandin.    Li gor daxuyaniyê di nava meha Îlonê de 14 kolber ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatin birîndarkirin û 2 kolber jî hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 kolber jî ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li Serdeşt û Pîranşahê jî 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin.    48 KES HATINE BINÇAVKIRIN   Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku 48 welatî ji ber tevlî çalakiyên sivîl û siyasî bûne li Urmiye, Sinê, Îlam û Tehranê hatine binçavkirin û ji wan hin kes hatine girtin.      9 KES HATIN DARVEKIRIN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Sinê, Seqiz, Mehabad, Îlam, Urmiye, Meşhed û Kirmanşayê der barê 11 kesan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û li girtîgehên Xoremawa, Hemedan û Kereçê 9 kurd hatine darvekirin. Her wiha hat daxuyandin ku girtiyên bi navê Neyîb Eskerî û Abdulezîz Gul Mihemedî jî li girtîgehên Urmiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirine.