Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe 2023-10-25 15:40:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvini ji bo gotinên Erdogan ku ji bo Hemasê anîbû ziman, got: “Mehdê meriv jê li hev dikeve.”    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û xwedî li Hemasê derket û pesnê Hemasê da. Berteka ewil ji Îtalyayê hat.    Gotinên Erdogan ji bo Hemasê anî ziman ji Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvini hat pirsîn. Salvini ji bo axaftina Erdogan got: “Mîdeya-mehdê meriv jê li hev dikeve.”    Salvini da zanîn ku ew ê gazî Sefîrê Tirkiyeyê yê Îtalyayê bikin ku biçe Wezareta Karên Derve û dê pêşniyara protestoyê lê bikin.