NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye 2023-10-27 14:28:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîserê Giştî yê Lijneya Saziya Alîkariya bi Penaberên Filistînî re (UNRWA) ya girêdayî NY’ê Philippe Lazzarini diyar kir ku xetereyeke mezin a tenduristiyê li Xezayê heye û got: “Li Xezeyê hewcehî bi agirbestekî insanî heye.”    Komîserê Giştî yê Lijneya Saziya Alîkariya bi Penaberên Filistînî re (UNRWA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) Philippe Lazzarini têkildarî rewşa dawî ya li Xezeyê li Qudsê civîn li dar xist.    Lazzarini diyar kir ku ji bo herêmê pêdivî bi alîkariya mirovî ya lezgîn a zêde heye û wiha got: “Xeze dixeniqe. Xelkê wê wisa hîs dike ku hatiye terkkirin û cihêkarî lê tê kirin.” Lazzarini axaftina xwe wiha domand: “Dema em diaxivin li Xezeyê mirov dimirin. Ne tenê ji ber bombe û êrişan, ji ber dorpêça li ser Şirîda Xezeyê dê gelek kes di demekî nêz de bimrin. Xizmeta li bajaran têk çûye, derman, xurek û av xelas bûne. Ava kanalîzasyonê diherike kolanan.”    Lazzarini, axaftina xwe wiha qedand: “Xeze, bi talûkeyeke mezin a tenduristiyê re rû bi rû ye. Rîska nexweşiyê her ku diçe zêdetir dibe. Çendek roj berê min got heke sotemenî neyê şandin em ê nekarin operasyona xwe ya alîkariya mirovî bidomînin. Heman hişyariya min hêj didome. Alîkariya destûr tê dayîn ji bo herêmê were veguhestin pir kêm e. Ji bo xebatên alîkariyê bi ser kevin hewcehî bi agirbesteke însanî heye. Heta niha herî kêm 57 UNRWA’yê di êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Ev kes, dayik û bavên xwe ji bo Xeze fedakirin bûn. Heke xela derkeve, UNRWA tenê dikare çendek rojan xwe li ber bigire.”