Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt 2023-10-29 14:10:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê otobûsa rêwiyan hedef girt.    Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Şirîda Xezeyê otobûsa rêwiyan hedef girt. Hat diyarkirin ku di encama êrişê de kuştî û birîndar hene. Wezareta Karên Hundir a Xezeyê têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku artêşa Îsraîlê li başûrê Şirîda Xezeyê li ser Cadeya 10’an otobûseke rêwiyan bombebaran kir.    Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku hêzên Îsraîlê xwestiye ku Nexweşxaneya Qudsê ya li Xezeyê tavilê were valakirin. Heyva Sor a Filistînê da zanîn ku artêşa Îsraîlê li nêzî nexweşxaneyê bi ser gelek deveran de girtiye.