Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê 2023-11-07 13:04:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir ku ji bo rewşên wekî ketina alîkariya mirovî û berdana rehîneyan dikarin li Xezayê navberekê bidin şer lê agirbesteke giştî çênabe.   Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû anî ziman ku dikarin “navberên kurt ên taktîkî” bidin operasyonên leşkerî yên li Xezayê lê li wir agirbestek çênabe. Netanyahû yê ji televizyona ABC Newsê re axivî wiha got: “Heta ku rehîne neyên berdan li Xezayê agirbesteke giştî çênabe. Têkildarî navberên kurt ên taktîkî jî; em bêjin saetekê li wir saetekê liv ir, ev yek beriya niha jî çêbûn. Bi ya min em ê şert û mercên ku destûrê bidin alîkariya mirovî an jî berdana rehîneyan em li ber çavan derbas bikin. Lê ez nafikirim ku agirbesteke giştî çêbibe.”   Netanyahû îdia kir ku agirbest dê ji “seferberiya şer” û “hewldanên ku rehîneyan paş ve bînin” re bibe asteng. Netanyahû, bi lêv kir ku dema şer bi dawî bû, Îsraîl dê li Xezayê ji bo demekî nediyar “berpirsyartiya ewlehiyê bigire ser xwe” û got: “Ji ber ku me dît ku dema em nebin xwediyê berpirsyariya ewlehiyê ka çi dibe.”