Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-11-16 20:29:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Ahmet Kaya ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, d23'yemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.   Hunermendê kurd Ahmet Kaya ku di 16'ê Mijdara 2000'an de li paytexta Fransa Parîsê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, bi pêşengiya TEV-ÇAND/Ewropa li ser gora xwe ya li Goristana Parîs Pére Lachaise hat bibîranîn. Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Osman Baydemîr, hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Deza Amed, derhêner Şehram Alîdî, helbestvan Selîm Temo û hezkiriyên wî tevlî bîranînê bûn.   Li ser daxwaza hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya strana Mîr Perwer ku di Kanûna 2022’yan de li Parîsê hat qetilkirin, hat lêxistin.