Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin 2023-11-22 11:11:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Îsraîlê û Hamasê ji bo agirbesta demkî ya 4 rojan û pevguhertin dîlgirtiyan li hev kir. Lê daxuyaniyên her du aliyan nîşan dide ku agirbest dibe ku jinişka ve têk biçe. Îsraîlê got; “Ji bo hemû dîlgirtî vegerin mala xwe dê şer bidome” û Hamasê jî weke bersiv got; “Dê tiliyên me li ser tetîkê bin.”    Di roja 47’emîn a şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de her du aliyan li ser agirbesta demkî lihev kirin. Di encama navbeynkariya Qeter û Misrê de her du aliyan ji bo pevguherandina dîlgirtiyan û navberdayîna şer a ji bo 4 rojan li hev kirin.    Di çarçoveya peymanê de dê agirbesta demkî ya ji bo 4 rojan were ragihandin û di nava van rojan de dê Hamas 50 dîlgirtiyên îsraîlî û Îsraîl jî 150 girtiyên filistînî berde. Her du alî jî dê dîlgirtiyên jin û zarok ên di bin 19 saliyê de berde.    Li gorî peymanê; dê Îsraîl li ser başûrê Şirîda Xezeyê firandina balafiran bi temamî bide sekinandin, li bakurê Şirîda Xezeyê jî ji saet 10.00’an heta 16.00’an firîna balafiran bi temamî bide sekinandin. Her wiha dê destûr were dayîn ku alîkariya mirovî bigihije her aliyê Şirîda Xezeyê. Dê Îsraîl di vê pêvajoya agirbestê de filistiyan negire û destûrê bide ku filistînî di navbera herêma bakur û başûr de li ser Rêya Salahaddîn bi azad bên û biçin.    Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê jî ev daxuyanî da: “Ji bo hikûmeta Îsraîlê tiştekî mecbûrî ye ku hemû dîlgirtî vegerin malên xwe. Ji bo bicihanîna vê armancê, hikûmetê îro peymana ku herî kêm 50 dîlgirtî di nava 5 rojan de vegerin malên xwe erê kir. Di vê navberê de dê ji bo 4 rojan navber bide şer.”    TEVÎ PEYMANÊ JÎ DÊ ŞERÊ BI HAMASÊ RE BIDOME!    Bi domdarî ev tişt hatin parvekirin: “Her cara ku 10 dîlgirtî hatin berdan dê rojeke agirbestê lê were zêdekirin. Hikûmeta Îsraîlê, Artêşa Îsraîlê û hemû yekîneyên ewlekariyê dê ji bo vegerandina hemû dîlgirtiyan şer bidomîne, dê şer heta tunekirina Hamasê bidome û heta ku mîsoger dike ku ji Xezeyê bo Îsraîlê gefeke nû çênabe jî dê şer berdewam bike.”    Hamasê jî têkildarî peymanê daxuyaniyek da û peyman erê kir.    HAMAS: DÊ TILIYÊN ME LI SER TETÎKÊ BIN   Hamasê jî di daxuyaniyê de got ku ew “agirbesta însanî” bi keyfxweşî pêşwazî dikin û bersiv da gefên Îsraîlê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema em peymana agirbestê radigihînin dê tiliyên me li ser tetîkê bin. Em piştrast dikin ku şervanên me yên serkeftî gelê me biparêze û ji bo têkbirina dagirkeriyê dê li ser peywira xwe bin.”   QETER: DIBE KU AGIRBEST BÊ DIRÊJKIRIN   Nayê zanîn dê agirbest kengî bikeve meriyetê û yek ji welatên navbeynkar Qeterê têkildarî mijarê daxuyanî da. Wezareta Karên Derve ya Qeterê diyar kir ku dê biryara agirbestê di nava 24 saetan de bê ragihandin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dibê hejmara dîlgirtiyan di demên pêş de zêdetir bibe û dema agirbestê bê dirêjkirin.    BIDEN: EZ PIR KEYFXWEŞ BÛM   Serokê DYA’yê Joe Biden jî têkildarî peymanê axivî û got ku gelek keyfxweş bûye ku dê dîlgirtî bên berdan.    Biden, spasiya rayedarên Qeter û Misrê kir û wiha got: “Girîng e ku peyman bi hemû hûrgiliyên xwe bikeve meriyetê.”