Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin 2024-05-08 11:41:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da sekinandin.    Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku li 30’ê gulanê hatibûn taloqkirin, bi awayekî demkî da sekinandin. Berdevkê komîsyonê Cumane Helay da zanîn ku piştî biryara Dadgeha Federe ya Iraqê, amadekariyên hilbijartinê bi demkî dane sekinandin.    Serokê Demkî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 6’ê gulanê de li Dadgeha Federe ya Iraqê gilî kiribû û xwestibû ku hilbijartinên serdema 6’emîn a parlamentoyê bên sekinandin. Dadgehê jî duh biryar da û amadekarî da sekinandin.