Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn 2024-05-10 15:38:48   ENQERE - Tankên Îsraîlê, rêya sereke ya ku rojavayê Refaha li başûrê Şirîda Xezayê ji rojhilatê wê vediqetîne bi dest xist û temamê rojhilatê Refahê dorpêç kir.    Tankên Îsraîlê, rêya sereke ya ku rojavayê Refaha li başûrê Şirîda Xezayê û cihê zêdetirî milyonekê filistîniyên ku bi darê zorê ji xwe bûne ji rojhilatê wê vediqetîne bi dest xist û temamê rojhilatê Refahê dorpêç kir. Li gorî nûçeya Reutersê kesên li herêmê dijîn vegotin ku ji rojhilat û bakurêrojhilatê Refahê hema bêje her roj dengê teqîn û çekan dibihîsin.    ‘ARTÊŞ HEMÛ REFAHÊ HEDEF DIGIRE’    Kesekî ku rojavayê Refahê dijî, wiha got: “Ne ewle ye; tu deren Refahê ne bi ewle ne ji ber ji duh ve fîşekên tankan dikevin her derê. Ji aliyê dagirkeran ve weke herêma sor hatibe diyarkirin jî ji rojavayê Refahê liv û tevgereke mirovî heye. Artêş, bi êrişên hewayî û tankan hemû refahê hedef digire; ne tenê rojhilatê wê.”   ‘HERÎ KÊM 110 HEZAR KES BI DARÊ ZORÊ JI CIHÊ XWE BÛN’    Serokê Ofîsa Herêma Xezayê yê Ofîsa Kordînasyonên Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî Georgias Petropoulos û Kordînatora Rewşa Lezgîn a Biqidem ya li Şirîda Xezayê ya Fona Alîkariya ji Zarokan re (UNICEF) ya NY’yê Hamish Young serê sibê tev li civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bû.    Petropoulos, ê têkildarî rewşa dawî ya li Xezayê ya di bin êrişên zêde yên Îsraîlê de nirxandin kirin wiha got: “Rewşa niha ya li Xezayê, gihiştiye asta rewşa lezgîn ya tu caran nehatiye dîtin.” Ji bilî êrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê daxwaza wê ya valakirina bajêr, bi 110 hezar kesên ku bi darê zorê ji cihê xwe bûne encam girt.    Petropoulos, bi lêv kir ku girtina Deriyê Sînor ê Refahê ya ji aliyê hêzên Îsraîlê ve ketina malzemeyên însanî yên krîtîk û sotemeniyê ya ji bo xebatên mirovî hatiye bisînorkirin. Petropoulos, ji pirsa ku alîkariyeke NY’yê ji bo filistîniyên bi darê zorê ji cihê xwe dibin heye re ev bersiv da: “Ji êrişê heta me dît ku navînî 30 hezar kes ji Refahê vediqetin. Ev mirov ber bi herêma Han Yûnûs û bajarê Deyr El Belah ê nava Xezayê ve diçin.”   ‘TÊ RAGIHANDIN KU ZÊDETIRÎ 14 HEZAR ZAROKAN HATINE KUŞTIN’    Young jî di bernameya ku tevlibûyî de wiha got: “30 salên dawî li ser rewşên lezgîn yên mirovî yên mezin xebitîm û min tu carî rewşeke wekî vê ya hilweşîner, tevlihev û ne aram nedîtiye.” Young, da zanîn ku ji ber mirovên li Xezayê neçar man careke din bikevin nava tevgerê, çavkanî bi temamî hatine qutkirin û diyar kir ku ev reş wê rê li ber mirina zarokan veke û pêşî li van mirinan dikare were girtin û got: “Tê ragihandin ku li Xezayê zêdetirî 14 hezar zarokan hatine kuştin. Bêguman êrişa li ser Refahê dê bibe sedem ku ev hejmar bi awayekî zêde bibe.”