Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê 2024-06-01 22:08:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Di mitîngên li Amsterdam û Hambûrgê hatin lidarxistin de hat destnîşankirin ku gelê kurd wê tu carî tecrîdê qebûl neke û heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber çalakiyên xwe bidomînin.   Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin protestokirin.   AMSTERDAM   Kurdistanî û dostên wan ên li Amsterdamê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (ADGB) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Amsterdam Dam Pleînê li hev civiyan.   Di çalakiya ku gelek kes tevlî bûn de şert û mercên giran ên tecrîdê hatin protestokirin. Bi daxuyaniya li Dam Pleînê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û bang li CPT û raya giştî ya Ewropayê hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.   HAMBÛRG   Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştevaniya bi girtiyên siyasî re di çarçoveya pêngava nû ku ji 1’ê Hezîranê ve hat destpêkirin, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê ve mitîng hat lidarxistin.   Mitînga li ber stasyona trenê ya navendî, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.   Li ser navê DKTM’ê ya Hambûrgê Mazlûm Amed axivî û diyar kir ku ew ê weke gel tu carî neelimin tecrîdê û heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber çalakiyên xwe bidomînin.   Amed anî ziman ku divê tecrîd demildest bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyanê were çareserkirin.   Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê û Berdevka Komê Cansû Ozdemîr jî wiha got: “Li Tirkiyeyê hê jî bi hezaran girtiyên siyasî û bi taybet Abdullah Ocalan ji ber fikrên xwe girtî ne. Piraniya kesên ku tên berdan jî piştî demek kurt jiyana xwe ji dest didin. Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tê pêkanîn sûcê mirovahiyê ye. Em vê qebûl nakin û divê li ber vê yekê têbikoşin. Abdullah Ocalan ji aliyê milyonan kesan ve weke rêber hatiye qebûlkirin û muxatabê herî mezin ê çareseriya pirsgirêka Kurd e.   Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.