Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt 2024-06-13 16:51:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê bi ser bajarê Cenîn ê li bakurê Bati Şerîayê de girt.    Artêşa Îsraîlê bi ser bajarê Cenîn ê li bakurê Bati Şerîayê de girt û Wargeha Penaberan a Cenînê dorpêç kir. Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê wargeha Cenînê weke “Herêma leşkerî ya girtî” îlan kiriye.    Li gorî nûçeya WAFA’yê artêşa Îsraîlê ya bi ser bajarê Cenînê de girt li mal û kargehan lêgerînê dike.    Şêwirmendê nexweşxaneya Cenînê Mistefa Hemarşe ku ji WAFA’yê axivî, wiha got: “Îsraîlê wargeh dorpêç kir, ketin girtin û destûrê nade ku kes biçe nexweşxaneyê û kes ji wir derkeve. Her wiha liv û tevgera ambûlansan jî asteng kir.”