Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe 2024-09-11 15:23:51   NAVENDA NÛÇEYN - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal el-Mikdad diyar kir ku divê Tirkiye ji xaka Iraqê û Sûriyeyê ku dagir kiriye vekişe.    Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal el-Mikdad têkildarî têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê ji Russia Todayê re axivî. Faysal el-Mikdad wiha got: “Heke Tirkiye dixwaze bi Sûriyeyê re hevkariyê bike û têkilî veguherin asayîbûnê, pêwîste pêşî ji axa bakurê Sûriyeyê û Iraqê cihên ku dagir kiriye, vekişe.”