Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne 2024-09-12 10:39:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Vîetnamê ji ber hêhî, hezaz û Bagera Yagiyê heta niha 197 kes jiyana xwe ji dest dan, 128 kes jî winda bûn.  Li gorî bîlançoya fermî ya rayedarên Wezareta Çandiniyê ya Vietnamê, di hezaz û lehiyên ji ber Bagera Yagiyê çêbûne de herî kêm 197 kesan jiyana xwe ji dest dan, 128 kes jî winda bûn.   ZEVIYÊN ÇANDÎNIYÊ XESAR DÎTIN   Wezaretê diyar zêdetirî 250 hezar hektar qada çandiniyê xesar dîtiye. Li gorî pisporên meteorolojiyê, Yagî bû bagera herî xurt a ku 30 salên dawî ye û bandor li bakurê Vîetnamê kiriye.   Ji ber bagera ku hêza wê saetê gihîşt 149 kîlometreyan, pir hilweşiyan, banê avahiyan xera bûn û xisar li febrîqeyan çêbû.   Ji ber bagerê lehiyên mezin li bakurê welêt rabû. Gelek gund di nava avê de man û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn.    Li herêmeke quntarê paytext Hanoiyê, lehiyê bandor li zêdetirî 15 hezar kesî kir. Herwiha ji ber bagerê 1,5 mîlyon mirîşk, werdek û gelek çêl, beraz jî mirin.