Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn 2020-04-02 10:08:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li tevahiya cîhanê wekî torekê belav bûye û talûke mezin dibe. Heta niha ji ber şewba Covît-19 li tevahiya cîhanê 47 Hezar û 250 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 936 Hezar û 436 kes jî bi şewba vîrûseketin.    Li tevahiya cîhanê şewba Covid-19 roj biroj belav dibe û hêjmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Heta niha ji ber şewba Covît-19 li tevahiya cîhanê 47 Hezar û 250 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 936 Hezar û 436 kes jî bi şewba vîrûseketin. 185 hezar kesên bi şewbê ketibûn jî baş bûn. Li welatê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) kesên bi bi şewba vîrûsê ketin 200 hezar derbas kir û 4 hezar û 500 mirin. Li Tirkiyeyê ji hêjmara miriyan derket 277 kesan. 15 Hezar û 679 kes jî bi vîrûsê ketin. Li Tirkiye di nava kesên bi vîrûsê ketin de 601 xizmetkarên tenduristiyê ne.