Capemeniya cîhanê: Hamas amade ye agahiyên der barê girtiyên Îsraillî de parve bike 2020-04-14 13:30:36 ENQERE - Di çapemeniya cîhanê de herî zêde nûçeyên der barhê şewba vîrûsa corona û tedbîrên li dijî wê de derketn pêş Di çapemeniya Ewropa de hat diyar kirin ku pispor ketine pêşbirga pêşxistina derziyê li dijî vîrûsê. Di çapemeniya Îranê de jî hat diyarkirin ku bi tedawiya plazma xwînê ji sedî 40'ê nexweşan baş bûne.  Piraniya çapemeniya cihane di manşetên xwe de cih daye vîrûsa corona û tedbîrên ji bo wê têne kirin. Di Rojnameya Kudus Postasi de hat diyar kirin ku Îsrailli û Filistinê, ji ber gefên vîrûsê rewşa girtiyan xistine rojeva xwe. Rojnameya The Jerusalem Post (Postaya Kudusê" di manşeta xwe de diyar kir ku Hamasê anîye ziman ku der barê girtiyan de amade ye têkildarî girtiyên Îsraîlê de agahiyan parve bike. Rojnameyê agahiyên Al-Akhbar derxist pêş û destnîşan kir ku Hamasê anîye ziman ku Îsrail 250 girtiyên Filistinî berde amade ye ku agahiyên der barê girtiyan de parve bike.  JP, da zanîn ku dê li girtîgehên îsrailê li dijî gritiyan testên vîrûsê bêne kirin û ewil kesên di bin rîskê de bên testkirin.    LI ÎRANÊ BI TEDAWIYA BI PLAZMA JI SEDİ 40 MIRIN KÊM BÛ   Di çapemeniya Îranê de jî Rojnameya Tehran Times, sernavê “Bi terapiya bi Plazma li Îranê mirinên girêdayî vîrûsa corona ji sedî 40 kêm bûn" derket. Rojnameyê parast ku li Îranê ji ber tedawiya bi plazma xwînê rêjeya miriyên ji ber şewba vîrûsê ji sedî 40 kêm bûye. RojnameyaTehran Times, cih da daxuyaniyen Bijîşk Hassan Abolqasemi a "Me 40 roj berê dest bi tedawya bi plazma kiriye. Heta niha nêzi 300 kesî plazma xwînê daye me. Bi vê yekê di rêjeya mirinê de ji sedî 40 kêm bû."    PIŞTÎ HINDÎSTAN HAT GIRTIN PIYASA ELMAS RAWESTIYA    Rojnameya Financial Times (FT), jî bal kişand ser bandora vîrûsa corona ya li ser aboriyê û got "Hikûmetên ewropa karkerên ku paletiya çandiniyê bike nabîne. Li Hindîstanê kevirên bi qîmet ku ji sedî 90 kargeriya wan li vir tê kirin ji ber virûsa corona piyasa sektora Elmas rawestiya ye."    Rojnameya The New York Times, jî bal kişand ser helwesta Serokê DYA Trump û sernavê “Piştî waliyan ji bo aboriyê zindi bikin ketin nava tevgera hepar, Trump, hamleyek hişk kir."    RUSYA LI BENDA QEYRANEK LI DIJÎ RÊZÊ YE   Rojnameya The Guardian, bal kiyand ser qeyrana li pêş Rusya, Rojnameyê ragihand ku Serokê Rusya Vladimir Putin rayedar der barê sanaryoyen “tevlihev û awarte" de hişyar kirine. Guardian, da zanîn ku Putin diyar kiriye ku di hefteyên li pêş wan de gelek pirsgirêkên wan hene û yên erênî tune ne.    Rojnameya La Repubblica a Îtalya jî îdîa kir ku Îngîltere û Îtalya ji bo dermanê nû amade de ne ku di dawiya nîsanê de dest bi testên derman û derziyan bikin. Rojnameyê da zanîn ku Prof. Dr. Massimo Gallî gotiye "5 meh demek kin e." wiha ragihand: “Bi tevlêbûna zêdeyî 100 beşdaran pêşbirga derizyê didome. Di vê pêşbirgê de 5 derzî derdikevin pêş."