Xelef: Êriş li dijî serweriya Iraqê ye 2020-04-16 13:39:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Artêşa Iraqê Evdilkerim Xelef têkildarî êrişa TSK'ê ya li Mexmûrê diyar kir ku divê Enqere amade be hesabê wê bide.   Nerazîbûna li hemberî êrişa TSK'ê ya duh li dijî Mexmûrê pêk anî û 3 jinan jiyana xwe ji dest dan didomin. Berdevkê Artêşa Iraqê Evdilkerîm Xelef têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî di qenaleke medya dîjîtal a Pona hate weşandin. Xelef diyar kir ku ev êriş binpêkirina serweriya axa Iraqê ye. Xelef destnîşan kir ku ev nêzîkatiyeke dijminane ye û divê Enqere amade be hesabê vê bide. Balafiran duh êrîş kiribûn û di êrîşê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dabûn.    EL HEKÎM JÎ ŞERMEZAR KIR   Serokê Tevgera Hikmet a Neteweyî Ammar El Hekim ji êrîş şermezar kir. El Hekim, li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku li ser navê kê dibe bila bibe, binpêkirina li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin.