Li cîhanê COVÎT-19: Îspanya dê ji YE'ê fon bixwaze 2020-04-20 14:06:35 ENQERE - Çapemeniya cihanê, cih da erzanbûna petrolê ya li DYA û daxwaza Îspanya ya fon ji Yekîtiya Ewropa (YE) xwestiye. Çapeniyê di manşetên xwede diyar kir ku ji sala 1999'an heta niha yekem car li DYA petrol ew qas erzan dibe. Dîsa bal kişand ser daxwaza Îspanya ku ji Yekitiya Ewropa 1.5 trîlyon euro pere xwestiye.   Li gel ku welatê Rûsya û OPEC+ ji bo erzanbûna pertrolê rawestînin, hilberîn kêm kirin jî dîsa nekarîbûn rê li pêş erzaniya petrolê bigirin. Li DYA piştî bîdona (Varîl) petrola xam daket bin 15 dolaran, bû rojeva çapemeniya cîhanê. Rojnameya Financial Times diyar kir ku li DYA buhayê petrolê pir kêm bûye û Nîşaneya Western Texas Intermediate (WTI) dê bibe sedema ku zêde bar bixin ser depoyên petrolê.   Rojnameya The Economic Times diyar kir ku dê vîrûsa corona pêşeroja buhabûna petrolê diyar bike. Rojnamea The Guardian jî ani ziman ku Referansa Kurevî Brent ji ber erzan kiriye û hilberîn kêm kiriye buhayê petropê jî kêm bûye.   EL ESPECTADOR: LI ALIYEKÎ CORONA LI ALIYÊ DIN NELIRÊTÎ   Rojnameya El Espectador a li Kolambiya weşanê dike ji bal kişand bandora corona ya li ser nelirêtiyê û wiha nivîsî: "Şewba nelirêtiyê zorê li Covît-19 dike". Rojnameyê diyar kir ku yek ji vîrûsa li serê welat bûpe bela nelirêtiya saziyên dewleta Kolombiya ye.   ÎSPANYA JI YE DEYN XWEST   Rojnameya El Pais jî bal kişand ser daxwaza Îspanya û nivîsî ku Îspanya ji Yekîtîya EWropayê 1,5 trilyon euro fon xwestiye.   Rojnameya Die Zeit Online, jî bal kişand ser tedbîrê li Almanyayê û fikarên Seroka Alman Angela Merkelê. Rojnameya La Repubblica jî cih da daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Roberto Sperenza ku got "Îtalya di şewbê de derbasî merhaleya duyemîn dibe.   Werger: Ajansa Mezopotamya