Ji AMENAS’ê ji bo girtiyan bang 2020-04-20 16:48:33   ENQERE – AMENAS’ê bal kişand ser rewşa li girtîgeh û qampan û diyar kir ku vîrûsa koronayê şertên li dijî irovahiyê yên li van deveran derxistiye holê û ji bo berdana girtiyan banga piştevaniya navneteweyî kir.   Tifaqa Sosyalîstên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur (AMENAS), têkildarî girtîgehan ku li dijî vîrûsa koronayê li wan bergirî nayên girtin, deklerasyonek weşand. AMENAS’ê di deklerasyona xwe de bal kişand ser rewşa giştî ya girtî û girtîgehên li Cinyayê û ragihand ku li Amerîka, Çîn û Rûsyayê 9 milyon girtî hene û ev rêje nîvî nifûsa girtiyên li dinyayê ye.   REWŞA LI TIRKIYEYÊ RAGIHAND   AMENAS’ê bal kişand ser rewşa girtî û girtîgehên li Tirkiyeyê jî têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Li Tirkiyeyê di navbera 200-300 hezarî de girtî hene. Ji vana 49 hezarî zêdetir girtiyên polîtîk in. Tirkiye di mijara girtina rojnamegeran de serokê hemû welatan e. Gelek aktîvîst jî ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî girtî ne. Tirkiyeyê ji bo ji sêsêyan yekê girtiyan sererastkirineke înfazê qebûl kir. Lê rojnameger, aktîvîstên kurd û polîtîk li derveyî vê sererastkirinê hatin hiştin. Ji ber ku li girtîgehan mesafeya fîzîkî ne pêkan e, jiyana bi hezaran mirovan bi rîsqe ketina vîrûsê re rû bi rû ye.”   BANGA JI BO MAFÊ GIRTIYAN   Di dawiya deklerasyona xwe de AMENAS’ê destnîşan kir ku li girtîgeh û qampan ji ber belavbûna rîsqa vîrûsa koronayê bi “cezayê mirinê” re rû bi rû ne ev tişt ragihand: “Ji bo têkoşîneke bi bandor a li dijî vîrûsa koronayê, pêwistî bi çalakiyeke dijberiya girtîgehan ya gerdûnî ku xwe dispêre muxalefeteke dijî rêbazên kedxwarî û zordestiyê heye. Em bang li hemû parastvan û aktîvîstên mafên mirovan ên girtiyan dikin ku nîqaşan bikin û raya giştî û piştevaniyê ava bikin.”