Ji Amerîkayê hişyariya S-400’an 2020-04-21 09:48:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus, diyar kir ku ji berk u Tirkiye di mijara kirîna S-400’an de di paş de gav navêje gelek bi fikar in û ev tişt got: “Em bawerin ku Erdogan û rayedarên xwe yên baye bilind helwesta me ya têkildarî mijarê fêm kirine.”   Ji ber ku Tirkiye di plana xwe ya aktîvîtekirina S-400’an de tu guhertin pêk nanî, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus, diyar kir ku bi awayekî tund li dijî kirîna Tirkiyeye ya S-400’an e û ji ber ku Tirkiye di vê mijarê de di paş de gav navêje gelek bi guman in.   Morgan Ortagus, da zanîn ku kirîna S-400’an astengiyeke girîng derdixe peşiya têkiliyên du alî û NATO’yê de û wiha got: “Em bawerin ku Erdogan û rayedarên xwe yên baye bilind helwesta me ya têkildarî mijarê fêm kirine.”