Li Cîhanê Covît-19: Hêjmara miriyan 207 hezar derbas kir 2020-04-27 11:11:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê ji ber şewba kurevî Covît-19, hêjmara kesên bi vîrûsê mirin 207 hezar derbas kir. Hêjmara kesên bi şewbê ketin jî gihişt 2 milyon û 995 hezar kesan. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên hikûmetê 2 hezar û 805 kes derbas kir.    Şewba kurevî vîrûsa corona (Covît-19) her ku diçe li cîhanê belav dibe. Heta niha li tevahiya cîhanê 2 milyon û 995 hezar kes bi şewbê ketin. Li tevahiya cîhanê jî zêdeyî 207 hezar kes bi şewbê mirin. Li Çîhê  heta niha 4 hezar û 633 kes bi şewbê mirin. 77 hezar kesên bi şewbê ketin jî sax bûn.