Li Tahranê erdhej pêk hat 2020-05-08 08:51:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Tahranê ya Îranê erdheja mezinahiya wî 5.1 pêk hat   Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li herêma Demavand a Tehranê saet di 00:48'an bi dijwariya 5.1 pileyî erd hejiya. Hate ragihandin ku erdhej bi 7 kîlometreyan li binê erdê pêk hatiye.   Berdevkê Saziya Servîsên Lezgîn a Îranê Mucteba Halîdî diyar kir ku piştî rûdana erdhejê tîmên destpêkê yên alîkariyê çûne herêmê.   Bajarên Kûm, Elbûrz û Gazvîn jî bi erdhejê hejiyan. Li ser bandora erdhejê li can û malê mirovan agahî nehatin parvekirin.