Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû 2020-05-08 11:01:55 NAVENDA NÛÇEYAN – Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 270 hezarî derbas kir û hejmara  kesên bi vîrûsê ketin jî nêzî 4 mîlyonî bû. Sîteya înternetê “Worldometers” a ku danayên têkildarî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) a li tevahiya cîhanê berhev dike, hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan weke 270 hezar û 740 û hejmara kesên bi şewbê ketin jî weke 3 mîlyon 917 hezar û 999 nû kir.    10 welatên di rêza destpêkê ya ku herêzê de şewba vîrûsê lê belav bûye wihane: DYA 1 mîlyon 292 hezar û 850, Îspanya 256 hezar û 855, Îtalya 215 hezar û 858, Îngîltere 206 hezar û 715, Rûsya 177 hezar û 160, Fransa 174 hezar û 791, Almanya 169 hezar 430, Brezîlya 135 hezar 773, Tirkiye 133 hezar û 721, Îran 103 hezar û 135.