Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne 2020-05-11 13:51:01   ENQERE – Di çapameniya Cîhanê de fikarên karkerên demsalî yên çandiniyê ku her sal diçin Ewropayê û welatên lê dixebitin cih girtin. Thê Gûardînayê bal kişAnd ser mijarê û ev tişt nivîsand: “Penaber ji kedxwarî û bê ewlehiştina xwe ya li dijî vîrûsa koronayê ditirsin.”   Ji ber vîrûsa koronayê li seranserê Cîhanê di seriya 4 milyonan de mirov pê ketine û 282 hezar mirov jî pê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku li Çîn û Koreya Başûr weqayên nû zêde bûn, hişyariyên ku ji Asyayê tên zêde bûn.   KARKERÊN DEMSALÎ TANSIYON BILIND KIR   Rojnameya Afrîcan Argûmentsê jî bal kişand ser girtîgehên Afrîkayê û ragihand ku nîqaşên derbarê girtîgehan ên li Afrîkayê ji ber vîrûsê zêdetir bûne û rewşa li girtîgehan nebaş e. Rojnameya Thê Gûardîanê jî cih da nîqaşên ku li Ewropayê li ser karekrên penaberan tên kirin. Rojnameyê, ragihand ku Almanya ji rojhilatê Ewropayê 30 hezar karkerên demsalî qebûl kiriye û derbarê derbaskirina karkerên çandiniyê de li Îrlanda, Îtalya, Almanya û Romanyayê tansiyon bilind bûye. Rojnameyê ragihand ku karkerên penaber jî ji kedxwarî û bê ewlehiştina xwe ya li dijî vîrûsa koronayê ditirsin   BERNAMEYÊN ASAYÎBÛNÊ BÛN ROJEV   Di çapameniya Cîhanê de cih ji sûcdariyên Amerîkayên yên li dijî Çînê û bernameyên asayîbûnê yên li Welatên Ewropayê re jî hat veqetandin.