Ji YE’yê berteka qeyûm 2020-05-19 10:52:56 NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve yê Yekitiya Ewropayê Borrell, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da û berpirsyariyên hiqûqî ya têkildarî qeyûman bi bîra Tirkiyeyê xist û ev hişyarî li Tirkiyeyê kir: “Astengiyên li pêşiya demokrasiya herêmî rake.” Yekitiya Ewropayê (YE), bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê da. Li gorî nûçeyeke di DW Tirkî de Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE’yê û Alîkarê Serokê Komîsyona YE’yê Josep Borell, diyar kiriye ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên di destê muxalefetê de wan kiriye nav gumaneke kûr.   Li gorî nûçeyê Borrell, zextên ku ji aliyê hikûmetê ve li ser HDP’ê tên meşandin jî bi bîr xistiye û têkildarî mijarê ev tişt gotiye: “Divê ku hikûmeta tirk li dijî terorê, li gorî Destûra Bingehîn, hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û mafên bingehîn têbikoşe. Divê hikûmet hemû astengiyên li pêşiya demokrasiya herêmî ji holê rake.”