Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin 2021-09-22 11:31:11   AMED - Şewata daristanê ya li gundê Hezana Licê ku duh derketibû, bi şev hat vemirandin.   Li gundê Hezana bi ser navçeya Licê ya Amedê ve duh danê nîvro agir bi daristanê ketibû. Di derbarê sedema şewatê de agahî nehatin girtin, di encama mudaxileya welatiyan û agirkujan de şewat bi şev hat kontrolkirin û vemirandin.