Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin 2022-03-09 19:31:03   ŞIRNEX - Li gundê Hesena ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye, bi fotokapanan dîmenên heywanên kovî yên wekî keftar, rovî û gur hatin girtin.    Li gundê Hesena yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye, wêneyên heywanên kovî yên wekî keftar, rovî û gur bi fotokapanan hatin girtin.    Di dîmenên hatine girtin de tê dîtin ku heywanên kovî êmê ji bo wan hatiye danîn dixwin.    Ji ber ku di sar û seqemê de heywanên kovî nikarin êm peyda bikin, beriya niha bi çend rojan heywanhezan êm danîbûn devera ku heywanên kovî lê digerin.