Şewata li Çeşmê û Datçayê didome 2022-07-14 11:40:45   ÎZMÎR/MUGLA - Şewata daristanê ya li Çeşmê hinek hat kontrolkirin. Şewata li Datçayê jî bi bandora bayê re berbelav dibe. Ji ber şewatê 2 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin.    Li devera nêzî Bendava Kutlu Aktaş ya li taxa Alaçtiya bi ser navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê ve ji duh ve şewat derketiye. Ji hewa û bejahiyê ve mudaxileyî şewatê tê kirin.    HINEK ŞEWAT HATIYE KONTROLKIRIN    Li taxa Ovacik ku şewat ber bi wir ve çû tevdîr hatin girtin. Bi armanca tevdîrê welatiyên nêzî vê deverê duh bi şev hatin tehliyekirin.    Waliyê Îzmîrê Yavuz Selim Koşger û Midûrê Dirastanê yê Herêma Îzmîrê Zafer Derînce sere sibehê li qada şewatê lêkolîn kirin. Walî diyar kir ku wan mevkiya Karakoyê û taxa Ovacikê hinek şewat xistine bin kontrolê.   7 KARKER HATIN BINÇAVKIRIN    Li aliyê din Walîtiya Îzmîrê ragihand ku têkildarî bûyerê 7 karkerên înşaetê yên nêzî devera şewatê dixebitîn hatine binçavkirin.    ŞEWATA LI DATÇAYÊ DIDOME    Duh saet li nîvro li taxa Mesûdiye û devera Hava Radar ên bi ser navçeya Datçaya Muglayê ve jî li qada daristanê şewat derket. Ji duh nîvro ve şewat berdewam dike lê ji ber bandora bayê şewat li herêmê berbelav dibe û ber bi sê nokteyên cuda ve diçe. Bi boneya tevdîrê rêya bejahiyê ya Datça-Palamutbuku ji trafîkê re hat girtin.    2 hezar û 500 welatiyên li herêma agir dijîn, gelek sewal û mêşvanên li herêmê bi armanca tevdîrê hatin tehliyekirin.    600 HEKTAR XESAR DÎTIYE    Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşcî jî têkildarî şewatê daxuyanî da û diyar kir ku qada ji 600 hezar hektarî pêk tê xesar dîtiye.