‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’ 2022-07-18 09:02:21 AMED - Pisporê Hawirdor û Tenduristiya Civakê Necdet Sezgîn diyar kir ku pirsgireka binesaziyê, çêkirina santralên termîk û HES’an dibin sedema gelek nexweşiyan û wiha got: “Ev pirsgirêk li sedî 90’î gundên Amedê tê jiyîn. Ev jî rê li ber gelek nexweşiyan vedike.”  Febrîqeyên di nava bajaran de hatine çêkirin, pergala binesaziyê ya xerab, bendavên HES’ê û ava qirêjî di nava civakê de rê li ber gelek nexweşiyan vedikin. Li gelek gundên bakurê Kurdistanê pergala binesaziyê hema hema qet tune ye. Yek ji van gundan jî gundê Xanika Jêr ê Çinar a Amedê ye. Li gund nêzî 600 mal hene û derdora 2 hezar û 26 kes dijîn. Lê belê li gund pergala binesaziyê nehatiye avakirin. Lewma ava qirêjî di nava xaniyan de derbas dibe û dibe sedema nexweşiyan.    Em jî têkildarî pirsgirêka binesaziyê bi pisporê Hawirdor û Tenduristiya Civakê û di heman demê de yek ji aktîvîstên Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn re axivîn.     ‘PIRSGIREKA BINESAZIYÊ DIBE SEDEMA NEXWEŞIYAN’   Sezgîn bi lêv kir ku ew jî demekê dirêj li gundê Xanika Jêr xebitiye û li gund ji ber pirsgireka binesaziyê ava qirêj di nav gund de derbas dibe û wiha got: “Ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya civakê çê dike. Her wiha bandoreke neyînî li ser ax û avê dike. Bi sala ye şêniyên vî gundî bi bîrên sondajê hewcehiya xwe ya bi avê pêşwazî dikirin. Lê ji ber ku ava qirêjî ji nava gund derbas dibe, ev yek bandorê li ava wan a paqij jî dike û rê li ber nexweşiyan vedike.”    ‘JI BO TENDURISTIYA CIVAKÊ TIŞTEKÎ BAŞ ÇÊNEKIRINE’    Bi domdarî Sezgîn da zanîn ku weke komeleya ekolojiyê li gelek gundên Amedê geriyane û wiha pê de çû: “Ji bo başbûna tenduristiya civakê û parastina xwezayê tiştekî baş nehatiye kirin. Sedema gelek nexweşiyên li herêmê jî pirsgirêka pergala binesaziyê, HES û santralên termîk e. Di bingeha van de jî dewlemendtirkirina desthilatdar û alîgirên wan heye. Lewma li gelek gundên me nexweşî hene. Av û hewayê qirêjî rê li ber van nexweşiyan vedike. Nebûna binesaziyê, çêkirina HES’an û santralên termîkê ava paqij qirêjî dike. Beriya çêkirina HES’ên li ser Çemê Dîcleyê, Dîcle ji hêla antîbiyotîkan ve di dinyayê de rêza 3’yan de bû. Ev jî nîşan dide bê ka xwedî bandoreke çawa ne.”    ‘JI SEDÎ 90’Î GUNDÊN AMEDÊ DI VÊ REWŞÊ DE NE’    Sezgîn destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan ji sedî 90 a gundên Amedê di vê rewşê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî vê jî dewletê û desthilatdariya AKP’ê pirsgirêkên heyî çareser nekirine. Li gelek gundan pergala binesaziyê tune ye.  Pergala tora avê ya li gundan hatiye avakirin lê ji ber ku lûleyên wan li ser erdê ne, bandoreke neyînî li şêniyên gundên herêmê dike. Lewma divê ji bo parastina xweza, tenduristiya civakê û tenduristiya her zindiyekî zagon bên derxistin. Ji bo vê jî divê pisporên zagonan û yên tenduristiyê bêtirs nîqaşan bikin û di vê çarçoveyê de xebatan bimeşînin.”    MA / Mahmut Altintaş