Li Mêrsînê agir bi daristanê ket 2022-07-25 14:54:05   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji bejahî û hewayê ve ji bo ku agirê bi daristanê ketiye bê vemirandin mudaxile tê kirin.    Li navçeyên Toroslar û Tarsûsê yên Mêrsînê duh bi şev, li herêma Topaşir agir bi daristanê ket. 3 wesayîtên agirkuj û xebatkarên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Serê sibê 2 helîkopterên agirkujiyê jî tev li xebatên vemirandina şewatê bûn. Ji ber rewşa bejahiyê ya nebaş tîmên agirkujiyê di mudaxileya agir de zehmetî dikêşînin û xebatên xwe yên kontrolkirina agir didomînin.