Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin 2022-07-25 15:59:34 ŞIRNEX - Li Şirnexê lidijî talankirina xweza û birîna daran daxuyanîyek girseyî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê talankirina xwezayê re mafê bi tevahî gel û zindiyan hatiye binpêkirin û banga xwedî derketina li xwezayê hat kirin.      Li Şirnexê bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl ji bo balê bikşînin ser talankirina xwezayê û birîna daran a li herêma Şirnexê daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Baroya Şirnexê, Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD), Odeya Bijîşkên a Şirnexê (TTB), Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê(KESK) ya Şirnexê, Kordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Şirnexê û Komeleya Parastina Xwezayê û Duçerxê ya Cizîrê li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê daxuyaniyek girseyî li dar xistin. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Deva, Partiya Pêşerojê, CHP û Meclisa Dayikên Aştiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Li Şirnexê xweza tê talankirin” vekirin. Her wiha dovîzên wekî; “Xweza jiyan e” , “Xwedî li xwezayê derkeve”, “Rengê xwezayê şîn e” hatin hildan.       Metna daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ve got: “Li herêmên daristanî yên li navçeyên Şirnexê, birîna daran bi rengekî ku raya giştî nerehet bike û bi binpêkirina hiqûqê re ev du sal in tê kirin.   Li hemberî vê rewşê, beriya niha gelek caran daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê rêxistinên sivîl ên li herêma me ve hatibûn dayîn, giliyê yên ku sûc dikin hatibû kirin. Serlêdana hemû rêyên hiqûqî hatine kirin. Li dijî qanûn û proseduran e û divê ev yek tavilê bê sekinandin.    Her wiha raporên ji aliyê baroya me ve hatin amadekirin, serlêdanên îdarî hatin kirin, hem sazî û rêxistinên neteweyî hem jî navneteweyî yên di qada hawirdorê de kar dikin hatin agahdakirin û hişyarkirin. Mixabin ev hemû serlêdanên ku me di saleka dawî de kirin bêencam man.”     ‘TALANKIRINA XWEZAYÊ JIYANA GELÊ ME DIXE TALÛKEYÊ’     Dîlsîz destnîşan kir ku di rojekê de 20-25 kamyonên ku dar lê barkirî ne di navenda bajêrde derbas dibin û wiha axivî: “Bi qasî ku tê hesabkirin, her roj bi sedan ton nebatên endemîk û darên kevnaere bi awayekî kêfî û bêplan tên tinekirin. Tevî hemû serlêdanên fermî yên beriya niha hatin kirin jî, heta niha ji bo sekinandina daran ji aliyê saziyên berpirsyar ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Lê belê polîtîkayên li ser jiyana ekolojîk a li herêmê, bûye pirsgirêkeke cidî ya tenduristiya gel. Dema em hem bandora santrala termîk a li ser hawirdorê û tenduristiya mirovan, hem jî bandorên qadên madenê yên bêhiş li ser tenduristiya mirovên li hawirdorê dijîn binirxînin, dibînin ku mafê ekolojîk û tenduristiya jiyana gelê me bi giştî tê binpêkirin.”     DÊ TALANKIRINA XWEZAYÊ QEBÛL NEKIN    Dîlsîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku em ê qebûl nekin ku her roj bi dehan kamyon darên me bên birîn û ji bo firotinê bişînin bajarên din. Di vê pêvajoyê de em ji tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê re radigihînin ku em ê berpirsyariya xwe ya hiqûqî û civakî bi baldarî û wijdanî bidomînin. Em ê vê pêvajoya bêhiqûqiyê bişopînin, heke birîna daran di dema pêş de nesekine em ê vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin û serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."    OZGUNEŞ: BI ÇAVÊN DIJMINTIYÊ LI XWEZAYA ME DINÊRIN    Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Hasan Ozguneş jî axivî û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê erdnigariya kurdan e û got: “ Gava mesele dibe erdnigariya kurdîstanê dijminatiya wan dibe du qat. Li dijî xweza û erdnîgariya kurdan durûtiyek mezin heye. Hestiyariya ku ji bo xwezaya hêla Tirkiyeyê tê nîşandan ji bo xwezayê hêla Kurdîstanê nayê nîşandan. Li dijî xwezaya me ranteke mezin bidest dixin û talankirinek mezin li dijî herêmê pêk tînin. Em wek HDP dê şopdarê pêvajoyê bibin.”