Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin 2022-07-26 11:14:31   AYDIN - Li navçeya Sokeyê agir bi daristanê ket û demekî kin berbelav bû. Şewata li Sokeyê ber bi saetên serê sibehê ve heta astekî hat kontrokirin.    Duh di saetên êvarê de li nêzî Taxa Argavli ya navçeya Aydinê agir bi daristanê ket. Ji ber bayê zêde, şewat di demekî kin de li herêmêke berfireh belav bû. Li ser îxbara welatiyan, komên agirkujiyê yên Midûriyeta Herêmê ya Daristanan û Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ber bi herêma şewatê ve hatin sewqkirin. Xebatkaran ji hewa û bejahî ve dest bi vemirandina agir kirin.    Hat ragihandin ku şewata li daristanê di saetên serê sibehê de heta astekî hatiye kontrolkirin. Ji bo diyarkirina sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin.