Li gundê suryanan talankirina daran didome 2022-07-27 10:20:17 ŞIRNEX - Li gundê suryaniyan ê Hesena yê navçeya Silopyayê talankirina daran a di bin kontrola leşkeran de ku duh dest pê kiriye didome. Hat destnîşankirin ku leşkerên ku daran dibirin ji welatiyan re gotine: “Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin, em dê daran bibirin.”   Li gundê suryaniyan Hesenayê yê bi ser navçeya Silopiyaya Şirnexê ve talankirina daran a di bin kontrola leşkeran de duh hatibû destpêkirin. Hat ragihandin birîna daran berdewam dike. Li gundê berwarê Çiyayê Cûdî yê berê xwe dide Silopyayê yê bi navê Hesena, di salên 90’î de bi hinceta “ewlehiyê” hatibû valakirin. Suryaniyên li gund neçar mabûn koçberî bajarên Ewrûpayê bibin. Suryaniyan di salên 2000’î de dîsa vegeriyan gundê xwe, ji nû ve jiyana ava kirin.    KÛLE Û RÊ    Ji ber ku qereqol di devê gund de hatiye çêkirin, ketin û derketina gund tim tê kontrolkirin û hat zanîn ku li deverên bilind ên gund jî ji bo leşker û cerdevanan kûle tên çêkirin.     'EM Ê BI MIXTARÊN DIN BIDIN ÎMZEKIRIN'   Li herêmê ji ber çêkirina kûle û rêyên ku dê bibin kûleyan, daran dibirin. Hat destnîşankirin ku darên di nav erdên gundiyan de jî tên birîn û leşker ji welatiyên ku vê rewşê qebûl nakin re van gotinan dibêjin: “Dixwazin qebûl bikin, dixwazin qebûl nekin, ewraqên ku hewce ne mixtarê we îmze neke jî em ê bi mixtarên din bidin îmzekirin û van daran bibirin."    Hat zanîn ku îhaleya talankirina daran a li quntara Çiyayê Cûdiyê, kesê bi navê Şehmûs Babat ê li Bajaroka Sêgirkê ya bi ser navçeya Qilebanê dijî girtiye.    Darên ku ev du roj in tên birîn li zeviyekî binê gund tên komkirin.