Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin 2022-09-05 09:02:19   AMED - Li navçeya Pîranê ji sala 2012’an heta niha lêgerîna madenê berdewam dike. Ji ber lêgerîna madenê gelek cih hatine kolandin û teqandin. Şeniyên ku li heremê dijîn ji ber wêrankirina xwezaye bi gilî û gazin in.      Li navçeya Pîranê ya Amedê di sala 2012’an de Şîrketa Madenê ya Olmez Dogu ji bo lêgerîna madenê li gundên Tonegrak û Pirejmanê xebat da destpêkirin û hê jî didomê. Ji ber lêgerîna madenê xwezaya heremê hatiye wêrankirin. Di şikeftên ku hatine kolandin de madeyên sifir, çînko yên ku dihat hevîkirin nehatin dîtin û şikeftên ku ji bo lêgerîne hatibûn vekirin jî nehatin girtin. Di xebatên ku ji aliye Şîrketa Madenê ya Olmez Dogu tên kirin cara ewil 24 hektar da ber xwe û paşê derket 532 hektaran.        Şeniyên ku li heremê dijîn ji ber madeyên teqînê û wêrankirina xwezayê bi gilî û gazin in.      ‘XWEZAYA ME WÊRAN DIKIN’     Yek jî van şêniya heremê Zulfiyê Kişmîr e. Kişmîr bi lêv kir ku ji ber lêgerîna madenê xwezaya wan hatiye wêrankirin û darê wan ên fêkiyan jî hişk bûne. Kişmîr destnîşan kir ku bi hezaran ajal li heremê dijîn û jehriya madenê ji bo ajalan tehdît e û jîngeha wan di xetereyê de ye. Kişmîr diyar kir ku cihê ku hatine kolandin nehatine negirtin û wiha got: “Di qanûna madenê de hatiye diyarkirin ku cihê ku ji bo madenê hatiye kolandin divê dema kar qediya bê girtin û darên guzan bên çandin. Lê wan cihê ku kolandine negirtine û wisa hişti e. Di sala 2012’an de dest bi kolandinê kirin û ji wan salan heta niha ew der negirtine. Çal û kunên wisa hatine hiştin ji bo welatiyan û ajalan xetere ye. Heke kesek bikeve wan kunan wê çi bibe? Çawa kolan e bila wisa bigrin û bila dest ji xwezaya me berdin û biçin.”     ‘DEWLET ALÎKARIYÊ DIDE’     Kişmir anî ziman ku di sala 2004’an de li bakurê Kurdistanê xebatên madene hatine destpêkirin û wiha domand: “Helbet dewlet jî alikariyê dide wan şîrketan. Di navbera gund û cihê ku li madene digerin de kîlometreyek jî tuneyê dînamîtan lê diteqînin. Lê heke li cihekî din bûna nedihiştin. Dema dînamît diteqin ew çiya wekî zelzelê dihejin, dibe ku sibê ew bibe sedema herifîna axe jî. Di heman demê de jî dibe sedema qetilkirina ajalên ku li heremê dijîn jî. Dema em gilî li dewletê dikin ji me re dibejin, ‘Çima hûn naxwazin li wir maden bên dîtin’. Xwezaya me hatiye wêrankirin, rêya me xerab kirine bi rastî jî vê yekê nabînin. Em li vir bang li sazî û dezgeyên ekolojist dikin ku em bi hev re xwedî li xwezaya li vir derkevin.”    ‘KURDISTAN NE DI XEMA EKOLOJISTAN DE YE’    Kişmîr bal kişand ser cihêkariya li erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê tê kirin û got dema li aliyê Tirkiyeyê şewat dertê hemû kes radibe ser pêyan lê dema şewat û wêrankirin li Kurdistanê ye lê ew kesên ji xwe re dibêjin em ekolojîstin li dijî vê yekê bêdengin. Kişmîr xemsariya ekolojîstan a li ser axa Kurdistanê wiha rexne kir: “Heke ew ji xwe re dibêjin ‘em ekolojîstin’ wê demê divê vê cihêkariyê nexin navbera erdnîgariyan. Li ku wêrankirina xwezayê hebe divê dengê xwe derxin. Divê ew nêzîkatiya ku li Kurdistanê dinêrin bê guhertin.”     ‘DARÊN ME ZIW BÛN’    Şeniyê herêmê Huseyîn Kahraman jî di derbarê mijare de anî ziman ku ji ber jehra madenê rez û bostanên wan hişk bûne û wiha got: “Li vir rezê me hebû me tirî dixwar, bostanên me hebû lê ji ber tozê em nekarin tiştekî jî bixwin. Darên me ziwa bûne. Berê gelek darên behîvan li vir hebûn lê niha tiştek nemaye.  Em naxwazin erdnîgariya me wêran bikin, bila ew şîrketa madenê ji herêma me derkeve biçe. Qirêjiya xwe jî di nav zeviyên me hiştine. Ji ber vê şîrketa madenê me dest ji zeviyên xwe berda.”    Elî Karatekîn ê ji herêmê jî diyar kir ku ji ber toza madenê wan jî nikaribûye tiriyên xwe biçine û ev şîrketa madenê xesarê dide wan.    MA / Mahmût Altintaş