Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in 2022-09-16 09:46:35   AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku texrîbkirina xwezayê û şer yekser pêwendîdar in û got ku çavkaniya vê yekê jî tecrîda li Îmraliyê ye.    Piştî pêvajoya bi navê "çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015’an de ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hat bidawîkirin, pêvajoya şerî cardin dest pê kir. Pêkanînên wekî tecrîd, binçavkirin, girtin û îşkenceyê jî li gorî salên borî zêdetir bûn. Her wiha girêdayî van pêkanînan texrîbata ekolojîk jî pir zêde bû. Ji xeynî bendav û HES'ên nû, li herêmên ku bi salan e bi navê "herêma ewlehiya taybet" hatine qedexekirin, daristan tên qirkirin.   Qirkirina daristanên li Besta, Cûdî û Gebarê nêzî 3 sal in didome. Darên ku ji aliyê cerdevan û eskeran ve tên birîn li bajarine din tên firotin. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî vê yekê zend û bend badan, dê sibê bi dirûşmeya “Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Cûdiyê ve bimeşin. Tê payîn ku ji bajarên derdorê bi hezaran kes tevlî meşê bibin.   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk pirsên me yên têkildarî texrîbata ekolojîk û sedemên wê bersivandin.      Di heyameke wiha de ku rojevên wê pir zêde ne, fikra meşeke wiha çawa hasil bû û armanca wê çi ye?    Dewlet ji roja ku hatiye damezrandin heya niha kurdan wek miletekî ku divê bê dagirkirin û erdnîgariya wan Kurdistanê jî wek herêemeke dagiriyê dihesibîne. 100 sal in, wiha ye. Bi taybetî jî şewitandina daristanan û qirkirina daran ên ji salên 90'î heya niha, nîşan didin ku bê dijminatiya li hemberî kurdan bi bêperwatiyeke çawa tê meşandin. Dema em li 7 salên dawî dinêrin - em dibêjin AKP-MHP, lê helbet ev nûnerên dewletê ne - dewlet di çarçoveya plana xwe de ya ji bo qirkirina kurdan ku bi awayekî bêperwa amade kiriye, li hemberî xwezayê qirkirinên pir mezin dike. Wekî tişta li Cûdiyê diqewime ku dar tên birîn û wekî amûreke rantê pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Ev helwesta wan li hemberî kurd û Kurdistanê ye. Ev feraseta dagirkeriyê ye. Divê li hemberî vê feraseta dagirker tu kes bêdeng nemîne.   Me berê jî der barê Cûdiyê û cihên din ên hatine şewitandin de daxuyanî dabûn. Lê dema ku mijar dibe erdnîgariya Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyeyê ve tu bertek nayên nîşandan. Li vir tişta ku li hember wê tê sekinandin, rabûna li ber kesên dijminatiya daran dikin bi xwe ye. Bertek li hemberî feraseta bi dijminatî nêzî bûneweran dibe. Di vî warî de divê ev hesasiyet bê nîşandan. Em jî di vî warî de li erdnîgariya Kurdistanê xebatên siyasî dimeşînin. Lewma ne pêkan e ku em guhnedêriyê bikin. Sedema sereke ya meşê ev e.    Dema em li ser dirûlmeya meşê bisekinin; di navbera wêrankirina xwezaya li erdnîgariya kurdan û operasyonên heyî û kûrbûna pevçûnan de, paraleliyeke çawa heye?   Texrîbkirina xwezayê û şer yekser bi hev ve girêdayî ne. Dema em li çavkaniya şerê li Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku tecrîd e û girankirina tecrîdê ye. Li wir biryara şer tê dayîn. Gava mijar tê ser kurd û Kurdistanê, gelekî bêperwa tevdigerin.   Ev yekser bi hev ve girêdayî ne. Dema em li çavkaniya şerê li Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku tecrîd e û girankirina tecrîdê ye. Li wir biryara şer tê dayîn. Ji wir tê destpêkirin. Dema şer dest pê dike, sûcên şer jî tên kirin. Dema ku em li dîroka sedsalî dinêrin, gava mijar tê ser kurd û Kurdistanê, dikarin gelekî bêperwa tevbigerin. Ev tenê ne têkildarî xwezayê ye. Mînaka qeymeqamekî heye; zarokek biçûk eciqand û bû sedema mirina wî. Hinekî di girtîgehê de ma û hat berdan û paşê ew terfî kirin. Ev bêperwatî nêzîkatî û dijminatiya wan a li hember kurdan nîşan dide. Fikr û zikr çi dibe bila bibe, ev li hemberî xwezayê jî tê kirin. Dixwazin xwezaya kurdan ji mirovan xalî bikin, wan koçber bikin û bi vî awayî bigihîjin armanca xwe. Îro roj dijimnatiya vê û şerê vê dikin. Lewma ne pêkan e ku mirov her duyan ji hev veqetîne. Şer, şerê li dijî kurdan e. Li dijî tevahiya erdnîgariya kurdan şer hatiye destpêkirin.    Heman qirkirin li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê jî didome. Her wiha li vir çekên kîmyewî jî tên bikaranîn. Hûn ji bo vê dikarin çi bibêjin?   Li ber destê me agahiyên ku me ji çapemeniyê girtin hene. Bi bombebarana li Başûrê Kurdistanê re ku ev demeke dirêj didome, gundan vala bikin, herêmê ji mirovan xalî bikin û bi vî rengî gav bi gav armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî jî heye. Di vê mijarê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî jî hat kirin. Bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin û hat xwestin ku werin li herêmê lêkolînê bikin. Lê heta niha tu deng ji civaka navneteweyî û saziyên ku ji vî karî berpirsyar in derneketiye. Ya tê talankirin erdnîgariya Kurdistanê ye. Ya tê tunekirin jiyana li wir e. Armanca wan ev e; 'Eger ez nikaribim dagir bikim, ez ê wê ji mirovan xalî bikim.' Ger em armancan li vir di warê dewletê de rêz bikin; Dagirkerî be dagirkerî, ger statuya ku kurdan bi bedêlên giran bi dest xistiye kontrol bikim ez ê bikim, ez nikaribim bikim ez ê jiyana li vir biherimînim. Dixwazin erdnîgariya Kurdistanê vala bikin û vê qirkirinê didomînin.    Armanca wan ev e; 'Eger ez nikaribim dagir bikim, ez ê wê ji mirovan xalî bikim.' Kurdên bênasname dixwazin. Kurdên sertewandî dixwazin. Xweza jî bi vê ve girêdayî ye. Loma jî em dibêjin şer, xweza û tecrîd bi hev ve girêdayî ne.    Dema em ji hêla siyasî ve binirxînin; li cîhanê mînakên wekî Helebçe û Çernobîlê hene. Çendî nayê gotin jî, lê çekên nukleerî yên taktîkî tên bikaranîn. Ji aliyê derdorên zanistî ve hatiye eşkerekirin ku çekên kîmyewî hem zirareke mezin didin mirovan hem jî xwezayê. Dema em bi perspektîfa têkoşîna azadiya gelê kurd jî lê binêrin, ev yek têkçûyîn e. Li vir hewl tê dayîn kur neteweyek bê qirkirin û nasnameya wê bê tunekirin. Di 7 salên dawî de ev êriş zêde bûne. Lê helbet kurd jî li hemberî van êrişan li ber xwe didin. Dest ji axa xwe bernadin. Tevî hemû zextan jî têkoşîna azadiyê tê bilêvkirin. Li dijî vê faşîzm û feraseta dijkurdiyê têdikoşin. Em ê dîsa li vir bin, dê peyrewên me vê têkoşînê bidomînin. Em ê xwezaya xwe biparêzin. Ev nêzîkatiya li hemberî xwezayê, nêzîkatiya li hemberî kurdan e. Dixwazin bi vê talan û qirkirinê kurdan bi xwe ve girêbidin. Armanca sereke ew e ku kurd nebin xwedî îrade, stat. Kurdên bênasname dixwazin. Kurdên sertewandî dixwazin. Xweza jî bi vê ve girêdayî ye. Loma jî em dibêjin şer, xweza û tecrîd bi hev ve girêdayî ne.    Dema mijar dibe kurd û erdnîgariya kurdan, muxalefet û hin rêxistinên ekolojiyê xwe li bêdengiyê datînin. Ev divê çawa bê şîrovekirin?    Em li vî welatî tevî gelên din û baweriyên cuda dijîn. Dema em li têkoşîna kurdan a 40-50 salên dawî dinêrin, kurd nabêjin 'em dabeş bikin, em parçe bikin, em dewleteke cuda ava bikin'. Gelê kurd jiyana bi hev re diparêze. Guherandina detshilat an jî hikûmetan ji bo me ferq nake. Lê derdekî gelê kurd bi vê pergalê re heye. Ev pergal kurdan paşguh dike û kurd li dijî vê pergalê têdikoşin. Têkoşîna wan, tenê ne ji bo kurdan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye jî. Birêz Ocalan gelek caran ev tişt aniye zimên; Kurd û Kurdistana Azad, demokratîkbûna Tirkiyeyê. Di 7 salên dawî de asta van derdoran û derdorên muxalif li ber çavan e. Mirov aboriyê tenê wekî mînak bide bes e; Dema em li aboriyê dinêrin, sedema vê rewşê ev şer e û şerê qirêj ê li ser asasê dijminatiya li hemberî kurdan tê meşandin bi xwe ye.    Şewitandin, wêrankirin û talankirina Cûdiyê dê bandorê li Tirkiyeyê bike. Lê dema li Cûdî û Licê tê kirin bêdengî heye. Ev ne helwesteke samîmî ye. Dustandardî nabe.   Divê partiyên muxalif û derdorên muxalif jî, vê yekê bibînin. Pirsgirêka kurd bi tu awayî bi polîtîkayên çewisandin, tundî û ewlehiyê çareser nebû û ji niha û pê ve jî dê çareser nebe. Tenê rêyek heye; demokratîkkirina Tirkiyeyê. Ji bo guherandin û veguherandin pergala heyî divê em têbikoşin. Divê hem rêxistinên muxalif hem jî yên hawirdorparêz zanibin ku ya tê kuştin xweza ye. Dibe ku hûn di pirsgirêka kurd de cuda bifikirin, lê ya ku tê qetilkirin xweza ye, pêşeroja mirovahiyê ye. Şewitandin, wêrankirin û talankirina Cûdiyê dê bandorê li Tirkiyeyê bike. Bandorê li avê dike, bandorê li tevahiya pêşerojê, mirovan û zarokan dike. Li vir, ne li ser esasê kurdan, li gorî rêgezên tên parastin ên li hemberî êrişên li ser xwezayê, dviê gav bên avêtin. Ya rast ew e. Dema li Derya Reş tê kirin em bertek nîşan didin. Lê dema li Cûdî û Licê tê kirin bêdengî heye. Ev ne helwesteke samîmî ye. Ew rêgezên ku diparêzin, di pratîkê de nîşan nadin. Dustandardî nabe. Ger li vir dar bên talankirin, li Behra Reş û Egeyê jî tên talankirin. Lewma bertekên bên nîşandan jî divê bi vî rengî bin.   Dê texrîbat û talankirina ekolojîk çawa bi dawî bibe?   Ji bo pêşî li vê talanê bê girtin, pêşî pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Serdema 2013-2015’an, li ber çavê hemû gelên Tirkiyeyê çêbû. Di wê pêvajoya 2 salan de guhertin û veguhertinên pir erênî çêbûn. Di çarçoveya aborî, demokrasî û mafên mirovan de rûyê Tirkiyeyê guherî. Loma jî wê demê talan û şewat çênebûn. Talankirin pêkanîneke taybet e ku tenê li Kurdistanê tê kirin. Li rojavayê Tirkiyeyê jî ji bo rantê tê kirin. Mînak; Marmara, Behra Reş û Ege. Me gelek caran rêya çareseriyê pêşniyaz kir; Dema ku me bi birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, rûyê Tirkiyeyê guherî. Mifteya çareseriyê di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Ji bo vê jî pêwîst e Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.   Ji bo bidawîbûna vê texrîbat û talanê, gelên Tirkiyeyê, hêz û partiyên bi paradîgmaya ekolojîk tevdigerin divê xwedî têkoşîneke bi çi rengî bin? Û berprisiyariyeke çawa dikeve ser milê wan?     Şirîkantiya ji bo vê têkoşînê divê. Bi rastî ger armanc Tirkiyeyek ronî be, nexwe şirîkantiya ji bo vê têkoşînê divê. Li hemberî vê ferasetê pêwîst e eniya demokrasiyê û têkoşîna azadiyê bê berfirehkirin. Bi têkoşîneke hevpar encamgirtin pêkan e.   Li dijî vê ferasetê berxwedan divê. Bêyî berxwedanê encamgirtin ne pêkan e. Jixwe ew (desthilar) vê dijminatiyê wekî ferasetekêdimeşînin dimeşînin. Lê li hemberî vê ferasetê divê kurd bi tenê neyên hiştin. Kurd, belê, têdikoşin û dê bitêkoşin. Ji lew re meseleya nasnameyê ye. Gel vê rûmetê diparêze. Ev ew gel e ku ne mirina bêrûmet, mirina birûmet tercîh dike. Di têkoşîna vî gelî de gelek mînakên bi vî rengî hene. Ger em ê bi hev re bijîn, em ê pêşerojekê ava bikin, helbet divê ev ji vê desthilatdariyê bê pirsîn; Ev pirsa fiyetê guleyekê dike. Derdorên muxalif jî divê bipirse; 'Tu guleyê li hemberî kê bi kar tînî? Çima bi kar tînî? Li benda encamek çawa yî?' Ger qedandin beî 7 sal in tu tişt neqediyaye. Divê li dîroka Tirkiyeyê binêrin. Di salên 90’î de şerekî pir qirêj û bêperwa hebû. Bi dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan pêşeroja gelên Tirkiyeyê di warê aborî de hilweşandin, ev yek berê jî hat kirin. Her kes bedêla vê guleyê dide. Wekî ji mînakên cîhanê jî kifş e ku çareserî diyalog û muzakere ye. Divê mirov vê yekê bipirse. Li vir mesele tenê ne meseleya desthilatekê ye. Wekî me got, sibê dusibe her muxalif bibin desthilat, pêwîst e ji bo avakirina jiyaneke bi hev re gavine berbiçav bavêjin. Ger feraseta 'Ev desthilat bila biçe, bila AKP-MHP biçe, partiyên A an jî B werin' bidome, dê têkoşîna me mezintir bibe.   Şirîkantiya ji bo vê têkoşînê divê. Bi rastî ger armanc Tirkiyeyek ronî be, nexwe şirîkantiya ji bo vê têkoşînê divê. Li hemberî vê ferasetê pêwîst e eniya demokrasiyê û têkoşîna azadiyê bê berfirehkirin. Yên ku Tirkiyeyeke geş dixwazin, Tirkiyeyeke di nav aştî û aramiyê de dixwazin, divê bizanibin ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe, divê bi muzakere û diyalogê çareser bibe. Bi têkoşîneke hevpar encamgirtin pêkan e.    Ji bo Meşa Cûdiyê bangeke we heye? Piştî vê bernameyeke we ya çalakiyan heye?     Meseleya Cudiyê tenê ne meseleya kurd û Kurdistanê ye. Qirkirineke li hemberî pêşerojê ye. Hêza me ya rawestandinê heye. Heta tecrîd bi vî rengî bidome, heta israra ji bo polîtîkayên şer bidome, em ê têkoşîna xwe bi plansaziyên cuda bidomînin.   Meseleya Cudiyê tenê ne meseleya kurd û Kurdistanê ye. Me di serî de jî diyar kir; Li wir ên tên qirkirin bûnewer in, ya tê texrîbkirin xweza ye. Yanî mirov dikare bibêje qirkirineke li hemberî pêşerojê. Hemû kesên ku dixwazin tevî bûneweran bijîn, fikra wan çid ibe bila bibe divê li dijî dijminên daran tevlî meşa 17’ê Îlonê bibin. Ger em bi hev re bersiveke xurt bidin wan, em ê karibin wan bidin sekinandin. Hêza me ya rawestandinê heye. Ez ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dibêjim; eger ev hêza me ya rawestandiê hebe, nexwe cihê vê jî wekî min got, daxilbûna nava çalakiya 17’ê Îlonê ye. Pêwîst e ev derfet baş bê bikaranîn. Lewma em li benda her kesî ne. Ev êriş tenê ne meseleya kurdan e, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Sûcên li dijî xwezayê, sûcên li dijî mirovahiyê ne.    Ji bo pirsa we ya din jî dikarim bibêjim ku helbet heta ku tecrîd bi vî rengî bidome, heta israra ji bo polîtîkayên şer bidome, em ê piştî 17’ê mehê têkoşîna xwe bi plansaziyên cuda bidomînin.   MA / Mujdat Can