Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome 2022-12-25 09:08:13 SEMSÛR - Dadgeha Îdareyê ya Semsûrê serlêdana ji bo rawestandina kana mermeran a li bajaroka Komirê red kiribû. Lê Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Dîlokê dosyeyê ji bo "vekolandina esasî" cardin lê vegerand.  Têkoşîna şêniyên gundê Malê Berdihê yê Bajaroka Komirê ya Semsûrê ya li dijî kana mermeran didome. Bi vê berxwedan bi pêşengiya jinan, Şîrketa Madenvaniyê ya Dirmê car carinan mecbûr dimîne xebatên xwe bide sekinandin, lê dîsa jî bi "rêyên qanûnî" xwezayê qetil dike.    Şêniyên gund ji bo xebatên kana mermeran bên sekinandin bi rêya parêzerên xwe serî li Walîtiya Semsûrê dabûn, lê walîtiyê daxwaza gundiyan red kiribû. Piştî vê parêzer serî li Dadgeha Îdare ya Semsûrê dabûn. Dadgeha Îdareyê jî biryara xwe di 16'ê Hezîrana 2022'yan de eşkere kiribû û diyar kiribû ku ev ne tişteke ku bibe mijara dozê û red kiribû. Piştî vê biryarê Parêzer BAriş Yildirim serî li Dadgeha Îdareya ya Herêmê ya Dîlokê dabû.    Dadgeha Îstinafê serlêdana Yildiriê qebûl kir. Îstinafê diyar kir ku divê biryar li gorî esasa dozê bê dayîn û ji bo jinûvedarizandinê dosyeyê cardin ji Dadgeha Îdare ya Semsûrê re şand. ,   DÊ TÊKOŞÎNA DI WARÊ HIQÛQÎ DE BIDOME   Parêzer Yildirim têkildarî têkoşîna di warê hiqûqî de ev tişt gotin: "Ji bo betalkirina vê projeyê û sekinandina xebatên wê me ewilî serî li Walîtiya Semsûrê da. Lê daxwaza me hat redkirin. Piştî vê em doz vekir. Lê Dadgeha Îdare ya Semsûrê got, ev ne tiştekî ku bibe mijara dozê û red kir. Me jîs erî li dadgeha di ser wê re da. Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Dîlokê xwest biryar li gor esasa dozê bê dayîn."    Yildirim da zanîn ku dê doz cardin li Dadgeha Îdare ya Semsûrê bê lidarxistin û got: "Ji bo betalkirina vê projeyê em ê tevî gundiyan heya dawî bitêkoşin di warê hiqûqî de."    MA / Mujdat Can