Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê 2023-01-04 11:07:07   WAN - Çopên li Wanê tên komkirin li şûna ku bişînin Tesîsa Veguherandina Bermayên Avêtinê yên Hişk ên Entegre, dirijînin Gola Wanê û Çemê Botanê.    Di dema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dihat plankirin ku li Wanê bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê (YE) “Tesîsa Veguherandina Bermayên Avêtinê yên Hişk ên Entegre” bê çêkirin. Piştî ku li şaredariyê qeyûm hat tayînkirin, proje di sala 2021’an de hate temamkirin. Bi tesîsê re dihat plankirin ku çopên li nava sînorên Wanê bên veguherandin lê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de bi hinceta ku mesrefa wê zêde ye çopên heyî dirijîne cihên herî nêz. Çopên ku li navçeya Şaxê tên komkirin dirijînin Çemê Botanê û yên li navçeya Erdîşê tên komkirin jî dirijînin qeraxê Gola Wanê.    Serokê Komeleya Parastin Lêkolînkirin û Pêşvebirina Berhemên Dîrokî (Van Çev-Der) Alî Kalçik bertek nîşanî vê rewşê da. Kalçik, da zanîn ku rojane serê her mirovekî 1.3 kîlogram çop dikeve û wiha got: “Nifûsa Wanê jî zêdetirî milyonek kes e. Dema mirov ji bo tevahiya Wanê difikire, encameke pir mezin derdikeve holê. Heke ev çop neyên veguherandin jî wehşetek derdikeve holê. Bi projeya tesîsa veguherandina çopan re diviya bû çopên li navend, navçe û taxan bihatina komkirin û bihatina veguherandin. Lê qadên ku çop lê tên rijandin bi xwe re pirsgirêkên cidî tînin. Weke mînak li navçeya Erdîşê dirijînin qeraxê golê û dikin ku gol qirêjî bibe. Yên li Şaxê jî dirijînin Çemê Botanê û ziyanê didin tevahiya xwezayê. Bi qirêjîkirina avê re jiyana xwezayî bi xwe tê qirêjîkirin. Ev nayê qebûlkirin.”    SÛC DIKIN    Kalçik, diyar kir ku tevî çêkirina tesîsê jî şaredarî bi baldarî tevnagerin û ev tişt anî ziman: “Lewma jî herêma me qirêjî dibe. Li herêma me anku li Kurdistanê hinek tişt tenê ji bo ku bibêjin hatiye kirin tên kirin. Weke mînak; tesîsa beravêtiyên hişk heye lê çopên li taxan nayên komkirin. Şaredarî ji ber mesrefê van çopan nayînin tesîsê û dirijînin cihên herî nêz. Ev pirsgirêkeke cidî ye û divê teqez were çareserkirin. Divê şaredarî ji ewilî van çopan kom bike, ji hev cuda bike û vegerîne. Nabe ku van çopan ji ber mesrefê birijînin derdorê û hawirdorê qirêjî bikin. Ev sûc e. Divê rayedar di vê ferqê de bin. Ji bo cîhaneke baş hewcehî bi cîhaneke demokratîk û ekolojîk heye.”    ŞAREDARIYÊ EV YEK QEBÛL NEKIR   Em têkildarî mijarê li rayedarên Şaredariya Şaxê ya di bin rêveberiya AKP’ê de geriyan û gotin ku çopan narijînin Çemê Botanê. Lê belê endamên meclisa şaredariyê yên HDP’î dan zanîn ku ev nêzî 2 sal in çopên dirijînin qeraxê Çemê Botanê.