Li du deverên Marmarîsê şewat derket 2023-07-09 13:04:55   MÛGLA - Li Marmarîsê li du noqteyan şewat derket û ji bo vemirandina şewatê ji bejahî û hewayî ve mudaxile tê kirin.    Li herêmên Asparan û Yeşîlbelde yên li ser rêya Datça ya navçeya Marmarîsa Muglayê bi awayekî hemwext agir bi daristanan ket. Tîmên agirkujiyê hewl didin şewatan vemirînin.    Her wiha ji bo vemirandina agir, helîkopter jî tên bikaranîn.