Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin 2024-09-13 09:00:18 ŞIRNEX - Li herêma Bestayê ev 3 sal in bi destê cerdevanan dar tên birîn. Darên bi sedsalî yên hatin birîn, careke din ser koka xwe şîn bûn. Li hêla din cerdevanan li herêma Biryan a Cilênimêjayê dest bi birîna daran kirin.  Li herêmên Besta, Gabar, Cudî û herî dawî li Komatê û Elemûnê yên Şirnexê birîna daran û talankirina xwezayê bi destê cerdevanan a bi din navê “ewlehiyê” de tê kirin, didome. Li herêmê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Li Bestayê qadeqe mezin a daristanan hatiye tunekirin û bi hezaran darên sedsalî hatin birîn. Li şûna darên ku tên birîn jî qaleqol tên çêkirin.    Herêma Bestayê bi salan ye ji bo koçeran çavkaniya debarê ye û xelkê herêmê tenê dema destûrê digirin dikarin bikevin herêmê. Li herêmê heta niha bi dehan qadên daristanê hatine talankirin û tunekirin. Li gel birîna daran a ku 3 sal in li Bestayê berdewam dike, her wiha ji ber şewatê jî gelek qadên daristanê tune bûn. Lewma di çêrandina sewalên xwe de koçer zehmetiyan dikişînin. Ev rewşa heyî jî dibe sedem ku li herêmê sewalkarî kêm bibe. Darên sedsalî yên li Bestayê ku hatibûn birîn, ji nû ve li ser koka xwe şîn dibin.    LI HERÊMA BIRYANÊ BIRÎNA DARAN DEST PÊ KIR   Her wiha cerdevanan di bin çavdêriya leşkeran de li Herêma Biryanê ya Cilnimêjayê jî dest bi birîna daran kirin.