Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine! 2020-06-13 09:06:02 ŞIRNEX - Di navbera gundç Sorbitnê û Bêşêrê yê Silopiyayê de ji bo qaleqola nû hatiye çêkirin bi hezaran dar hatine jêkirin.  Li Çiyayê Cûdiyê bi mehan e xweza tê qirkirin. Ev qirkirin bênavber didome. Ji bo gelek qaleqolên ku li quntarên Çiyayê Cûdiyê hatine çêkirin, bi hezaran dar hatine jêkirin. Hê jî cerdevan daran jê dikin. Lê belê hat hînbûn ku vê carê jî ji bo qaleqola ku nû di navbera gundê Sobirtnê û Bêşêrê yên Silopiyayê de hatiye çêkirin bi hezaran dar bi tanqên bipalet hatine eciqandin û şikandin.    Gundiyan ragihandin ku bi hezaran dar hatine jêkirin û darên tên jêkirin li qamyonan ên barkirin.    Gundiyekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin got: "Nêzî 3 meh in li herêmê ji bo qaleqolan rê tên çêkirin. Piştî rêçêkirinê dest bi qaleqolan hat kirin. 3 tanqên bipalet darên li qadeke 20 donimî serobino kirin. Her wiha gava gundî diçin kereng, pincar û gihayan berhev dikin bi çekê bera wan didin. Ji bo tiştek neyê serê me em jî dernakevin derî sînorê herêmê."    Gundiyan bal kişand qirkirina daran ên gundê Cifanê, Gundikê Remo û Nerex ku bi destê cerdevanan tê kirin û gotin, ji bo pêşî li vê qirkirinê bê girtin bang li rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojiyê û rayedaran kirin.    MA / Mujdat Can