MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin 2020-06-13 09:06:58 AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku 22 malbatên êrîş gorên zarokên wan hatin xerakirin serlêdana sûc kirin. Karadag wiha got: "Em dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bidin."  Li Gundê Lîcokê yê Lîceya Amedê eskeran di 4’ê Hezîranê de 6 gorên welatî û endamên PKK’ê yên li goristana gund rûxandibûn. Hevserokê Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Şeyhmûs Karadag, bertek nîşanî êrîşan da û wiha got: "Ji sala 2015’an û vir ve êrîşên ser goristana didomin. Êrîş hem li ser goristanan hem jî li cenazeyan roj bi roj zêde dibin. Bi van êrîşan vîna malbatan binpê bikin. Ev ne mirovî û ne jî hiqûqî. Di 4'ê Hezîranê de êrîşî goristana gundê Licokê kiribûn. Gor dabûn ber bêhna u xera kiribûn. Dijminatiyeke pir mezin li dijî goristanan dikin."    Karadag, anî ziman ku bi malbatên gorên zarokên wan rastî êrîşê hatine re eleqeder dibin û got: “Em tespîta malbatan dikin. Beriya çend rojan Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê çûn seredana goristana Sîsê rapor amade kirin û serlêdanên sûc kirin. Bi tevahî Kurdistanê êrîş li ser goristanan hene ev kiryar nayên qebûl kirin. Çi bibe bila bibe em ê bi malbat û gelê xwe re li dijî van êrîşan derkevin.”   ’22 MALBATAN SERLÊDANA SÛC KIRIN’   Karadag, bilêv kir ku ji her derê Kurdistanê gor rastî êrîşan tên û wiha bi dawî kir: “Dora 25 malbatên ku gorên zarokên wan xerabkirî me xwe gihand wan gelek ji wan serî li saziya me dan û 22 malbatan serlêdana sûc kirin. Malbat hîn jî ji bo serlêdana sûc tên saziya me.” Karadag, destnîşan kir ku yekitiya gel girîng e û wiha berdewam kir: “Hewce ye li dijî êrîşên ser goristanan, kiryarên ser cenazeyan em xurt bin û bi hêztir bibin. Em ê doza xwe heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bibin. Ji bo malbatên ku serî li komeleya me dayî çi pêwîst be em ê bikin. Bang li gel, sazî û rêxistinan dikim ku em li malbat, goristan û nirxên xwe xwedî derkevin. Em bêdeng neminin yekitiya xwe xurttir bikin.”    MA / Fahrettîn Kiliç