Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze 2020-06-13 09:07:34 ÎZMÎR – Parêzer Bariş Işik, bal kişand ser şideta polîsan û zêdekirina karbidestiya notirvanan û got: "Dixwazin her cure têkoşînê bi darê zorê bitepisînin. Temînatên ku di qanûnên bingehîn û peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin jî tune tên hesibandin."  Parêzerê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Bariş Işik jî bal kişand ser zêdekirina karbidestiya notirvanan û şideta polîsan. Işik, anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkaya şidetê ji berê de didome û ev yek bûye sedema gelek binpêkirinên mafan. Işik, diyar kir ku polîtîkaya bêcezatiyê di salên 90'Î de bihêz bûye û piştî hewldana darbeyê ya 15'Ê Tîrmehê bi nêzîkatiyên ewlehîparêz cardin şikil girtiye. Işik bal kişand ser otorîterbûyîna Tirkiyeyê jî û got: "Dewlet, ji bo îtaeta ji bo wê bibe îtaeteke mutleq tevdîrên ewlehiyê zêdetir kirin. Her cure têkoşînê li dijî vê yekê jî hewl dide bi darê zorê bitepisîne. Temînatên ku di qanûnên bingehîn û peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin jî tune tên hesibandin."    'ÎTAQETEKE MUTLEQ'   Işik, anî ziman ku di sûcên ku hêzên ewlehiyê dikin de mekanîzmayeke lêpirsînê ya çalak nayê birêvebirin û got, ji ber vê bêcezatî jî zêdetir dibe û ev yek di dema şewbê de bi awayekî berbiçav zêdetir bûye. Işik, ji bo qanûna notirvanan ku di Meclîsê re derbas bû jî got, ji sala 2016'an ve 20 hezar notirvan hatine tayinkirin û got, tu bingeheke hiqûqî ya van kesan tuneye û wê bibin sedema pirsgirêkên gelekî mezin.    Işik, ji bo 'çima îqtidar dixwaze hêzên xwe yên çekdar zêde bike' jî got: "Li gor min îqtidar ji bo otorîteya xwe ya mutleq zêde bike vê yekê dike. Pir tişt xistine destê notirvanan. Heta peywira wan ji a polîsekî edlî zêdetir e. Wê bibin sedema gelek binpêkirinên mafan."    Işik, diyar kir ku ji ber polîtîkayên cihêkarî û nefretê yên îqtidarê gelek binpêkirinên mafan rû dane û got: "Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, definkirina wan a li peyarêya li Kîlyosê, şikefta li Kerboranê ku hestiyên mirovan tê de hatin dîtin... Ev ji bo mafên jiyanê, ji bo mafê definkirin û şîngirtinê mînakên girîng in. Ev sûc li mirovahiyê gişî hatiye kirin. Kiryarên wê divê bên darizandin."    MA / Sevda Aydin