Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin 2020-06-13 09:08:07 MÊRSÎN - Parêzerê  Îlhan Yukkol ê ji sedî 73 berastend yê di 9’ê Hezîranê de li Mêrsînê hat kirin, diyar kir ku wan rapora tenduristiyê yê muwekîlê xwe pêşkêş kir, lê li gel vê jî nehat berdan.  Polîsên k udi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rêve bir de, di 9’ê Hezîranê de bi ser malan de girtin û Alî Bîlen, Sohbet Aslan, Îlhan Yukkol, Hebûn Yuksekbag, Dîlan Demîr û Cejna Sarûhan binçav kiribûn. Îfadeya 6 kesên li Qereqola Leşkerî ya Bajêr tên girtin, hatiye girtin û têkildarî dosyeya wan biryara veşartinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê duh binçavkirina 6 kesan heya 4 rojên din dirêj kir.    Îlhan Yukkol ê ji 73 berastenge û rapora wiya berastengiyê heye. Yukkol, ji ber nexwişiya xwe ya berastengiyê dihat derman kirin. Parêzerê Yukkol, diyar kir ku wan ji bo serbest berdana Yukkol serî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê  ya Mêrsînê dan û wiha got: “Lê ev serlêdana me nehat qebûl kirin. Ligel ku raporên muwekîlê min jî hene, nehat berdan.”    BI TENA SERÊ XWE DIMÎNE    Parêzerê Yukkol, da zanîn ku muwekîlê wî bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin û wiha bilêv kir: “Muwekîlê min ji zikmakî ve berastenge. Bi zorê ling û destên xwe hereket dike. Hêza wî ya bimeşe û biaxive tuneye.  Îlhan welatiyeke berasteng ê bedenî û mejiye. Nikare xwe îfade bike. Rast û dirûst nikare bersiv bide pirsan. Îlhan nikare bi tena serê xwe bijî. Di hevdîtina min bi wî re kir de, behsa bûyerên ji mantiqê dûr kirin. Bi vî awayî ez fêr bûm ku rewşa wî ya derûniyê jî nebaşe. Ji ber vê divê demildest bê berdan.”