Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil 2020-06-13 10:38:25 ŞIRNEX - Piraniya qereqol û tabûrên leşkerî yên li bajarokên Şêxan û Sêgirkê û navçeya Qilabanê çopa xwe ji Girê Mîr Sêvdîn davêjin Çemê Hêzilê.  Hemû çopa navçeya Qilaban a Şirnexê, ji Girê Mîr Sêvdîn davêjin Çemê Hêzilê. Piştî ku çopa bajarokên Şêxan û Sêgirkê û navçeya Qilabanê tên komkiriin, li nêzî Bendava Hîlalê davêjin Çemê Hêzilê. Çop ji Girê Mîr Sêvdin li pêşberî qereqolê davêjin çem. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan.     Welatiyên heywanên wan berî demekê jehrî bûn gilî kiribûn. Ji ber gilîkirina welatiyan bi axê ser çopê hatibû girtin. Lê ev demeke cardin dest bi rijandin çopê ya li ser gir hat kirin. Çopa ku di Girê Mîr Sêvdîn de tê rijandin dibe sedama qirêjbûna derdorê. Di heman demê de li pêşgerî qada ku çop lê tê avêrtin qulûbeya cerdevanan heye.    ‘BILA BAV ME QIRÊJ NEKIN’   Welatiyên li herêmê dijîn, derbarê avêtin çopê de ev agahî dan: “Ji ber çopa tê avêtin heywanên me bi jehrî dikevin. Bi peydokan êdî çopê davêin çem. Piraniya çopa tê avêtin ya qereqol û tabûrane. Li qada ku çop tê avêtin hem qulûbeya cerdevan û hem jî qereloka Mîr Sêvdîn heye. Li ber çavên hêzên leşkerî çop tê rijandin. Ji ber vê Çemê Hêzîl qirêj dibe. Em hêvî dikin ku çareyek din bibin û hîn zêdetir ava me qirêj nekin.”    MA / Mujdat Can