BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir 2020-06-13 12:05:31   ENQERE – Piştî hişyariya duh a BTS ku hefteyekê ye ji bo pirsgirêkên di rêyên hesin de çalakiyan li dar dixe, îro li Meletiyê qezaya Trênê çêbû.   Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiya Yekpare (BTS), hefteyekê ye li dijî sirgûn û pirsgirêkên di rêyên hesin de li Enqereyê çalakiyan li dar dixe. Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş, hişyar kiribû û gotibû ku di xebata şertên wiha de dibe ku qeza çêbibin. Piştî vê hişyariya Hasan Bektaş, duh di saetên şeve de li ser rêya hesên a di navbera Xarpêt û Meletiyê de li taxa Hatûnsûyû ya navçeya Batalgazî ya Meletiyê 2 trênên bar li hev qelibîn û qeza çêbû. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Kesek jî winda ye û xebatên ji bo dîtina wî didomin. Ji bo hînkirina sedemên qezayê Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş û endamên sendîkayê, ji Enqereyê çûn Meletiyê.