Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê 2020-06-13 12:06:03 RIHA - Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, rewşa 5 zarokên piştî dayik û bavê wan Mehmet û Kiymet Tavas ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistin” li Rihayê hatin girtin li holê man, bir rojeva Meclîsê.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan, rewşa 5 zarokên piştî dayik û bavê wan Mehmet û Kiymet Tavas ên di 9’ê hezîranê de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistin” hatin girtin li holê man, bir rojeva Meclîsê.   Ocalan bal kişan ser mexdurbûyîn û temenê biçûk ê zarokan û ji bo Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul bi bersivîne ev pirs jê kirin:    * Hevjînên hev Mehmet û Kiymet Tavas gelo çima beyî ku bên girtin nayin dariznadin?    * Gelo çima pêvajoya binçavkirinê û alternatîfa darizandina girtînê, weke cezakirinê tê bi karanîn?   * 5 zarokên hevjînê hev Mehmet û Kiymet  Tavas hene, zarok nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Di warê aboriyê de zoriyê dikêşin. Gelo çima rewşa aboriyê ya van zarokan nayê ber çav girtin?    * Ji ber ku her du hevjînên hev hatin girtin, zeviya wan a pembû bê xwedî maye û ger zeviya wan hişk bibe wê zirarek mezin a madî bide aboriya malbatê. Gelo saziyên dewletê ne mecburin ku vê rewşê li ber çavan bigirin?