Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin 2020-06-13 13:14:18 ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 301’emîn a çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa siyasetmedarê kurd Halîl Aksoy ê nexweşiya wî ya jibîrkirinê heye û banga berdana wî kir.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 301’î de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê civîna çapemeniyê lidar xist. Înîsiyatîfê ev demek dirêj bû ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) bi vîdeo konferans çalakiya xwe pêk di anî. Înîsiyatîfê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) ê di dema 24’emîn de parlamenterê Agiriyê bû û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê tê girtin.   Endama Desteya Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, daxuyanî da û wiha axivî: “Aksoy ji ber axaftineke di sala 2011’an de kir, di sala 2016’an de doz lêvebû û hat girtin.”    NEXWEŞIYA WÎ ZÊDE BÛ   Çevîrmen, diyar kir ku gelek nexweşiyên Aksoy hene û wiha got: “Aksoy 73 saliye û di sala 2007’an teşhîsa nexweşiya jibîrkirinê ji bo wî danîn. Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiya Aksoy zêdetir bû. Aksoy di heman demê çand caran hatiye emeliyat kirin. Tansiyon û şerê wî heye.”   'BI LEZGÎNÎ DIVÊ BÊ BERDAN’   Çevîrmen, bal kişan ser rîska vîrûsa koronayê ya di girtîgehan û wiha dawî li axaftina xwe kir: “Aksoy niha mînek gelek girtiyên nexweş bi rîska vîrûsê re rû bi rû ne. Ji bo ku rewşek neyînî neyê jiyîn divê Halîl Aksoy bi lezgînî bê berdan û li derve bê dermankirin.”