CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê 2020-06-13 13:48:05 STENBOL - Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), têkildarî rewşa girtîgehan raporek parve kir. CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku tedbîrên li dijî şewba vîrûsa corona kêm bûye û wiha cih da raporê: "Girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyê. Derman nadin girtiyan."    Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), têkildarî rewşa girtîgehan a di navbera 1-12'ê Hezîranê de raporek parve kir. Rêveberên CÎSST'ê diyar kirin ku wan li ser giliyên ku girtiyan ên ji 39 girtîgehên girtî bi giştî ji 80 girtîgehên cuda ji wan re hatine şandin rapor amade kiriye. CÎSST'ê bi sernavê “pirsgirêka kapasîte", “paqijî”, “xwarin" û “mafê tenduristiyê" rapor amade kir û parve kir. CÎSST'ê di beşa "Pirsgirêka Kapasîte" yê de diyar kir ku hêjmarek pir zêde di odeyan de dimînin û li gel şika şewba vîrûsê girtî pir nêzî hev in. CÎSST'ê da zanîn ku şertên girtiyan ên paqijiyê tune û karê dezenfekteyê bi rêk û pêk nayê kirin. Di demên dawî de bi rêk û pêk paqijî û dezenfektan nayê kirin. Dezenfektanên ku li koorîdoran bi cih kirine pir kêm in. Gardiyan li cihê ku lê bimînin neman. Li girtîgehê bi personel û girtiyan re ket têkiliyê. Li hin girtîgehan gardiyan mesafeya fizîkî ya bi girtiyan re naparêzin. Di milê paqijiyê de venêrtin nayê kirin. Li hin girtîgehan qawîşên girtî zêde hewayê nastînin. Li hin girtîgehan ji ber şertên girtîgehê û hewayê girtî zêde nikarin derkevin hewşê. Nikarin zêde sûdê ji hewaya paqij bigirin.  Li hin girtigehan girtî zêde rojê nabînin û ev yek bandorê li ser tenduritiya wan dike. Li hin girtîgehan xwarin paqij nayê çêkirin û kêm tê çêkirin. Dîsa paqijî baş nayê kirin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan û dîsa rûpoş û lepik nadin. Dema didin wan jî bi pereyekî zêde difiroşin wan.    Xwarin xerab derdikevin û têra girtiyan xwarinê nadin wan.    BIJÎŞK Û DERMAN TUNE YE   CÎSST'ê bal kişand ser xizmeta tenduristiyê jî û wiha li raporê zêde kir: "Girtî ji mafê derman û tedawîkirinê sûdê nagirin. Ji bo girtiyên nexweş, temen mezin û dî koma rîskê de tedbîr nayên girtin. Li hin girtîgehan bijîşkê revîrê tune ye. Dema hebe jî bi rêk û pêk bijîşk naçin revîrê. Li hin girtîgehan nexweşan dernakevin revîrêna. Tenê li ber qawîşê pirsan ji girtiyan dipirsin û li gorî wê derman dinivîsin. Dema girtîyan dişînin revîrê jî vê carê derman nadin wan. Demek dirêj e girtiyên nexweş ên kronîk wan sewqî nexweşxaneyan nakin. Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê jî di vegerê de 14 rojan di qerantînayê de wan digirin.    Di raporê de bal kişandin ser rewşa Sabri Kaya yê 55 salî ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û girtiyê 23 salî Mehmet Salih Filiz, Deniz Yildirim û Abdulsamet Durak